Pirs û bersiv

Ҫima em alîkariya sûriyan dikin?
Niha gelek penaber ji ber şer direvin û têne Almanyayê, ji wan hiek têne Kölnê jî. Gelek alîkarên koma me têkiliyên wan, ji ber mervantiyê yan jî kar û yan jî binyatê xwe, bi welêt û şêniyên welêt re baş in. Bêguman em hemû zanyariyên xwe derbarî mijara penaberiyê de pêşkêş dikin û her weha karînên xwe ên zimanê erebî û kurdî jî ji bo penaberên herêmê bi kar tînin.
Em alîkariya kê dikin?
Koma me ne komeke siyasî yan olî ye, ji taybetiyên me pirrengîya ol û nijad û binyatên me ye û di vê ҫarҫovê de em alîkariya her kesê hewcedarî alîkariyê be dikin bêyî ku guh li nijad û ola wî bikin. Em hêvî dikin ku danûdtandina me li ser bingehekî rêzgirtin û hevpejirîna hemû aliyan avakirî be.

Ji bo pirsên giştî û daxwazên xwe ên konkret ji kerema xwe ji me re li ser vê emaila li xwarê binivîsin:

Email: info(at)koelner-syrienhilfe.de
Em ҫawa dikarin alîkariyê bikin?
Gelek ji me ji biҫûkaniya xwe de ҫavnasên jiyana almanî ne û herdu zimanan qenc dizanin û hay ji wê yekê hene ku bêyî zanîna zimanê almanî bîrokratî dikare gelek astengiyan bîne pêşberî penaberan. Em dixwazin di warên idarî û dibistanan û dermandariya penaberên Sûrî de ku bi erebî û kurdî diaxivin û li nêzîkî 50 malî li Kölnê dimînin, alîkariyê bikin. Ji ber ku karê me yê xêrayî, bê pere ye û bi sînor e ji hêla demê û imkanên maddî ve, em alîkariya penaberan dikin ku rêyekê bibînin da ku ew xwe bi xwe alîkariya hevdu bikin.