Koma Kölnê a alîkariya sûriyan

Koma Kölnê a alîkariya sûriyan yarmetiyan bo pirsgirêkên rojane ji penaberên Sûrî ên li Kölnê re pêşkêş dike. Ji roja kuer li Sûrî destpêkiriye û xelkên wê penaber bûne, em hest dikin ku, em dilxwazên Sûrî û xelkê wê ne. Loma jî em xêrhatinê bi malbatên ku tên dikin û ji bo mehên destpêkê li alî wan disekinin.
Em alîkariyê di van babetan de dikin

  • Rûniştin û hemwelatîbûn
  • Kar û pîşesazî
  • Mal û xanî
  • Zarok û malbat
  • Dibistan û xwendin
  • Fêrbûna zimanê almanî
  • tendurustî
Me heta niha ҫi pêkaniye

  • Sazkirina platformeke agahdariyan û guftûgoyan di rêya internetê re
  • Komkirina cilan ji bo zarokên penaber ên sûrî
  • Vexwendina malbatên penaber ên sûrî û zarokên wan ji baxҫê heywanan

Gavên me ên pêşerojê ev in

  • naskirina cihê penaberên ku li Kölnê ne û me hîn têkilî bi wan re dananiye da ku em pêdiviyên wan bizanibin
  • ji xebatên me ên sereke fêrkirina zarokan a zimanê almanî ye
  • hevrêzî û hevxebata bi insiyatîvên din re ên li bajêr.
Koma Kölnê a alîkariya sûriyan alîkariya malbatan dike ku kaûbarên xwe ên fermî biqedînin, û alîkariya wan û dermandariyê û pirsên zagonî her weha tomarkirina zarokan a di dibistanan de dike. Koma me ya ji hin textor û wergêr û xêrxwazên sûrî û xeyrî sûriyan pêk tê bi qasî ku dikare, dixwaze ku alîkariya malbatên penaberan li Almanyayê bike û ji bo wê yekê jî hevdîtinan di navbera penaberan û kesên têkildarî alîkariyê de li dar dixe. Bi vî awayî guftûgo û danasîn jî di nav alîkaran û penaberan de pêk tên û û pirsgirêk şirove dibin.